Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

James Jeffrey: Koşka Spî piştevaniyê li Rojavayê Kurdistanê dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENSK di Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê de ragihand, hatina James Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku James Jeffrey piştgîriya Koşka Spî gihand herdû aliyên Rojavayê Kurdistanê.

Roja Dûşema 21.9.2020, Nûnerê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey di serdanekê de serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Rêveberiya Xweser û HSD û berpirsên bakurê rojhilatê Sûriyê û ligel enûmenên serbazî û medenî yên Dêra Zorê, civiya.

James Jeffrey ragihand ku Amerîka piştevaniya wê encûmenê dike û herwiha piştevaniya xwe ji bo danustandinên Kurdî- Kurdî nîşan da.

Danustandinên Kurdî – Kurdî

Derbarê wê yekê de, Nûnerê ENKSê di nava Îtîlafê de, Şelal Gedo ji malpera KDP.info- re ragihand: “James Jeffrey dixwest ku lihevkirineke berfireh di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de çêbibe, jiber ku niha yekîtiya Kurdan ji wan re pir girîng e.”

Gedo wiha got: “Hemû amaje didin xuyakirin ku divê Kurd li Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin û divê biryara 2254 ya Encumena Asayşa navdewletî parastî be.”

Şelal Gedo wiha domand: “James Jeffrey ew peyam da Kurdan ku tişta li Girê Spî û Serê Kaniyê û Efrînê çêbû li ticiheke din ê Rojavayê Kurdistanê çênabe. Ev jî cara yekê ye ku sozeke wiha didin Kurdan. James Jeffrey di wê baweriyê de bû ku pirsa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye qonqxeke pir bilind.”

Pêngava Zêrîn

Kurdan di danustandinên niha di navber ENKS û TEVDEMê de pêngavên mezin avêtine û herdû aliyan li ser nerîna siyasî û avakirina lêvegereke siyasî lihev kirine.

Derbarê wê lêvegerê, Gedo ragihand: “Ew lêveger dê ji 40 kesan pêk were û her aliyek dê 16 yê wî bin û 8 kes jî serbixwe bin. Piştre dê di navxwe de bernameyekê deynin, ku bi riya wê desteyeke serokatiyê deynin.”

Pirsên çarenivîsaz

Du qonax derbas bûn û biryar li ser wan hat dan, lê qonaxa sêyem dê hestiyartirîn û çarenivîsaztirîn qonax be. Şelal Gedo derbarê wê yekê de, ragihand: “Di qonaxa sêyem de dê kar li ser 3 pirsan were kirin, ewjî ev in: îdare, pirtûkên dibistanan, hêzên leşker, û çawa ENKS bikeve nava rêveberiyê.”

Pêşmergeyên Roj û HSD

ENKS ligel wê yekê ye ku divê yek hêz û di bin yek biryar de li Rojavayê Kurdistanê hebe. Gedo derbarê wê yekê de dibêje: “Li hemû dunyayê nabe 2 hêzên leşkerî ji bo yek welatî hebe. Rojavayê Kurdistanê jî divê xwedî tenê yek hêzê be. Pêşmergeyên Roj jî zarokên Rojava ne, lewma divê vegerin cih û warên xwe û hevahengî di navbera wan û HSDê de çêbibe û herdu hêz bibin yek û bi biryara Lêvegera Siyasî ew hêz tevgerê bike.”