Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS û TEV-DEM dê niha danustandinan li ser vegera Pêşmergeyên Roj bikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê ragihand, piştî temambûna qonaxa yekem ku rêkeftina siyasî bû di navbera ENKS û TEV-DEMê de, qonaxa duyem jî bidawî hat, ku ew jî lihevkirin bû li ser encûmenekê bi navê Lêvegera Siyasî û niha herdu alî di qonaxa sêyem a danustandinan de ne.

Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku ENKS û TEV-DEM di qonaxa yekem de ji aliyê siyasî ve lihev kirin, di qonaxa duyem de jî li ser avakirina encûmenekê bi navê Lêvegera Siyasî lihev kirin, ku ew lêveger dê 40% jê ENSK û 40% ji TEV-DEMê û 40% ji kesên serbixwe û partiyên din, pêk were.”

Azîzî wiha got: “Biryar e di qonaxa sêyem de ji aliyê îdarî û leşkerî û vegera Leşkerên Roj bo Rojavayê Kurdistanê danustandin werin kirin, ku dê xal bi xal rêkeftinê li ser bikin.”

Wî endamê ENKSê wiha domand: “Hatina Nûnerê Amerîka James Jeffrey bo Herêma Kurdistanê ji bo wê mebestê ye ku ligel Herêma Kurdistanê ku hevkarê hev in di rêkeftina ENKS û TEV-DEMê, encamên serdana xwe bo Rojavayê Kurdistanê ji serkirdeyên Kurd re behs bike.”