Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser kuştina 3 endamên malbateke Kurd a li Bexdayê peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye;

“Tevî hevxemî û sersaxîxwestina malbat û kesûkarên xwedê jê razî Dara Reûf ku mixabin li bajarê Bexdayê bi awayekî hovane ew û hevjîn û keça wî hatin şehîdkirin, ez vê tawanê bi tundî şermezar dikim. Di heman demê de ez destxweşiyê li saziyên ewlehiya bajarê Hewlêrê dikim, ku karîn di demeke pir kurt de tewanbarê sereke bigrin. Destên wan yek bi yek digrim û ji wan re dibêjim ku hûn cihê şanaziya me ne.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

16.09.2020”