Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê hertim faktereke aramiyê be li navçeyê

Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya îro çarşemê 16ê Îlona 2020an li Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Cîgirên Serok û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê li gel Konsol û Nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq li gel welatên cîran, gefên li ber Herêma Kurdistan û Iraqê ya rûbirûbûna pejika vîrûsa koronayê û encamên wê, rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê, derbaskirina rewşa dijwar ya aborî û darayî û proseya çaksaziya li Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.

Herwiha spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê dûpat kir ku li çarçoweya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞê de bi serkirdayetiya Amerîka piştgîriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine û dikin. Herwiha alîkariya mirovî pêşkêşî koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê kirine, ji bo rûbirûbûna pejika vîrûsa koronayê jî, hevkariya Herêma Kurdistanê dikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê dûpat kir ku li proseya çaksaziyê da hevkariyê dikin û tekez li ser berdewamiya proseyê kir û hevkarî û alîkariya welatên Yekîtiya Ewropayê ya li vî derbarî de bi pêwîst û girîng da zanîn.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştgîriya Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Mistefa Kazimî, tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li ser destûra bingehîn a Iraqê kir bi awayek maf û hêjayiyên Herêma Kurdistanê bêne destberkirin û sîstema federalî wekî di destûrê de hatiye were bicihkirin, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hevbeşî û beşdariya pêkhatên Iraqê jî di proseya siyasî û birêvebirina welat de, bi fakterê aramiya welat da zanîn.

Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi faktereke aramiyê li Iraq û navçeyê dimîne û xwazyarê pêşxistina peywendiyên li gel welatên cîran ya li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiya hevbeş e, herwiha eşkere jî kir ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê û Komara Tirkiyê baş in û qebareyeke mezin a danustandina bazirganî û çalakiyên aborî li gel wan da heye.

Di beşeke din a civînê de Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser metirsiyên serhildana DAIŞê û tekez li ser pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamiya piştgîriya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û girîngiya hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi taybetî li tixûbê navçeyên maddeya 140 kir.

Konsol û Nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê çendîn pirsyarên di derbarê mijarên civînê, guftûgoya stratejiya Amerîka – Iraq û serdan û hevdîtinên vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî li Bexda û Enqere û çend pirseke di derbarê rewşa navçeyê pêşkêşî rêzdar kirin û xweşhaliya xwe bi karkirin û hevbeşiya li gel Herêma Kurdistanê derbirîn. Herwiha dûpat kirin ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên wan yên li gel Herêma Kurdistanê dinêrin.

Di bersivê de Nêçîrvan Barzanî tekez li ser siyaset û nêrîna Herêma Kurdistanê ya li ser bingeha parastina aramî û guftûgo û hevbeşî û pêkve karkirina ji bo derbaskirina qeyranan û yarmetîdana koçber û penaberan û bi bexteweriyê ve vegerandina wan ya cih û warên wan kir.