Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Amerîka: Em amade ne peywendiyên xwe yên abûrî ligel Kurdistanê bihêztir bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 14ê Îlona 2020an pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî amade bû, pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û rewşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê kir ku hewayeke erênî û derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyên rawestandî, li ser bingeha destûrê û cîbicîkirina wan hevfêmkirinên ku derketine holê bi cûreyek ku maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê li berçav were girtin û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de bin.

Mesrûr Barzanî bal kişande ser rewşa nexwestî ya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û nîgeraniya xwe li ser reftarên li hember nişteciyên Kurd ên wan deveran nîşan da. Herwiha amaje bi zêdebûna liv û tevgerên terorîstan li wan deveran da û tekezî li giringiya hemahengiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir.

Balyozê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên aborî û handana veberhênanên Amerîkî li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha di civînê de mekanîzmayên hemahengiya zêdetir û hevkariya Amerîkayê bo pêşxistina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û derbasbûna rewşa dijwar a darayî û tendirustiyê ya niha hat gotûbêjkirin.