Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Amerîka: Kurdistan di nav navendên biryarê yên Amerîkayê de xwedî ciheke girîng û taybet e

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Îro Dûşema 14.9.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de ku Rob Waller Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêr jî amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê silavên taybetî yên Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser dostayetiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li nav navendên girîngên biryarên Amerîkayê de ciheke xwe yê girîng û taybet heye. Her wiha eve jî xiste rû ku Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina damezraweyên dewleta Iraqê, dixwaze li çarçêweya diyaloga stratejiyê da yarmetiya dostên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bide. Her di vê civînê de şanda mêhvan tekez li ser berdewamiya hemahengiya welatê wan ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Di beşeke dinê vê civînê de Serok Barzanî ji bilî tekezkirina li dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û Amerîkayê de spasî sazî û navendên biryarên Amerîkayê kir ku bi girîngiyê ve temaşa rewş û pêgeha Herêma Kurdistanê dikin û her wiha li erk û karên wî de, hêviya serkeftinê jî ji bo Konsulê nû yê Amerîka xwest.

Rewşa siyasiya navçeyê û gefên li ber Hikûmeta Iraqê û hilbijartinên nû yên Iraqê û her wiha encamên Korona yên li ser sektora abûrî û civakî û derûnî yên civakê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.