Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya îro în 11/09/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyaMistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqa Federal kir.
Di civînê de rewşa giştî ya welat û dosyayên hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya rûbirûbûna rewşê û gefên niha kirin.
Herdu aliyan dakokî li ser girîngiya danustandinên Hewlêr – Bexda ya li ser bingeha destûr û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn kir ku xizmetê bi tevahiya welat û pêkhatên wê bike.
Di civînê de tekezî li ser berdewamiya alîkarî û hemahengiya emnî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hat kirin, bi awayekî aramiyê dabîn bike û hevkar bê ji bo vegerandina koçberan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û daxwaza welatiyan pêkbîne.