Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê ji bo neyaran piştrast kir ku ew nikarin bi zordariyê bihêlin em dest ji mafên xwe berdin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 59yemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de got, Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bixwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî piştrast kir ku ew nikarin bi rêya piştguhxistin û zordarî û sitemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin ku dest ji mafên xwe berdin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

59 sal berî niha di rojekê wekî îro de mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê li Iraqê bi navê berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê vêket. Şoreşa mezin a Îlonê şoreşeke seranseriya hemû navçeyên cûda cûda yên Kurdistanê û hemû çîn û tiwêj û hemû pêkhatên olî û netewî yên Kurdistanê bû. Tevî ku destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heya niha hene, hemû ji encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.

Şoreşa Îlonê xwendingehek jî bû, ji bo pêgihandina xebatkar û têkoşerên seranserê Kurdistanê. Ew şoreş îrade û bawerî bixwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî piştrast kir ku ew nikarin bi rêya piştguhkirin û zordarî û sitemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin ku dest ji mafên xwe berdin. Şoreşa Îlonê ji bo wê yekê di dîroka xebata gelê me da pir girîng e ji ber ku li yek navçeyê nebû û rêkxistin û bîr û bawerî û Pêşmergebûnê û hêviya kûrahiya dilê xebatkar û têkoşerên Kurdistanê nêzîkî hevdû kir.

Di vê bîranîna pîroz da tekez li wê yekê dikîn ku biha û hêz û tîhniya şoreşa Îlonê tu demekê ji bîr nakin û çiraya rêya xebata gelê me dimîne. Pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşger û Pêşmerge û kadîrên şoreşa Îlonê heye çi jin û çi zilam ku qehremanane rola wan li vê şoreşa mezin da hebû. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

 

Mesûd Barzanî

11 Îlona 2020”