Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo Kazimî: Pirsgirêkên Kurdistan û Bexdayê ne tenê mûçe û budce ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 10.9.2020 bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re kir.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi sardana Serokwezîrê Iraqê şanda pê re nîşan da û bi amajeyeke erênî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de bi nav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, ne tenê mûçe û budce ye û got: “Hêvîdar in hemû pirsgirêkên mayî di demeke nêzîk de bi awayekî bingehîn li gor destûrê bêne çareserkirin.” Got jî: “Mûçeyên fermanberan, li Herêmê be yan li her navçeyeke din a Iraqê, mafekî rewa ya xelkê ye û divê tekelî pirsgirêkên siyasî neyê kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî rûbirûyî çendîn astengî û qeyranên darayî û rewşa ne libar a tendirustiyê bûne, ji ber wê em amadehiya xwe bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan derdibirînin, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên budce, petrol, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê û maf û destkeftên destûrî yên Pêşmerge kir. Bi taybetî aktîvkirina mîkanîzma hevahengiya ewlehiya hevbeş a di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê kir, ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, hatina şanda mezin û girîng a hikûmeta federalî bo Herêma Kurdistanê, amajeyeke bihêz e ji bo amadehiya me ya çareserkirina pirsgirêkan û danîna bingeheke nû û bihêz ji bo pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de.

Serokwezîrê Iraqê jî got: “Serkeftina herbeşeke Iraqê, serkeftina ji bo hemû Iraqê ye û ez geşbîn im ku bi hevkarî û hevahengiya di navbera hemû pêkhate û beşên Iraqê de, dikarin bi ser astengiyan bikevin û niha derfet û têgihîştineke nû ya baş heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”