Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ermenistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê aşkere kir, di demeke nêzîk de Konsulxaneya Ermenistanê li Hewlêrê tê vekirin. Rêveberiya bajêr amade ye bi her awayekî hevahengî, hevkarî û asankariyê jê re bike.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî îro li Dîwana Parêzgehê pêşwazî li Balyozê komara Ermenistanê li Iraqê Hrachya Boladyan kir.

Di civînê de, Ferset Sofî û Hrachya Boladyan behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Ermenistan û Kurdistanê de kirin. Ferset Sofî got: “Me tekezî li ser girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên dîrokî û dostane yên Yêrîvan û Hewlêrê de kirin, bi taybet di warê bazirganî, pîşesazî û geştiyarî de.”

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn: “Di demeke nêzîk de Konsulxaneya Giştî ya Ermenistanê li Hewlêrê tê vekirin. Her çi ji asankarî, hevkarî û hevahengî pêwîst be, em wek rêveberiya bajêr amade ne bikin.”

Bi giştî zêdetir ji 20 konsulxaneyên welatan li Hewlêrê hene. Ligel wê jî hejmarek nivîsgehên konsulxaneyan û 6 konsolxaneyên fexrî hene.