Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa Kerkûkê pir xerab e û nabe rewş bi vî awayî berdewam be

Kerkûk-KDP.info- Li gorî amareke asayişa Kerkûkê, di nava mehekê de li Kerkûkê 95 bûyerên ewlehiyê çêbûne, lewma rewşa Kerkûkê pir xerab e û Ereb û Tirkman jî daxwaza zêdekirina hêzê li Kerkûkê dikin. Endamekî Komîteya Normalkirina Rewşa Kerkûkê dibêje, ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê, Hikûmeta Iraqê hatiye agahdarkirin û rewş bi awayî nabe berdewam be.

Li gorî amareke ragihandina Asayişa Kerkûkê, ku taybet ji malpera KDP.info re hatiye şandin, di nava mehekê de li Kerkûkê ji ber xerabiya rewşa ewlehî 95 bûyerên ewlehiyê çêbûne, ew jî wek kuştin û revandin û dizî û teqandina malan û êrîşên DAIŞê û kuştina serbazan û çekdarên Heşda Şeibî û welatiyan. Wek mînak 2 kes hatine revandin û 5 teqîn hebûn. Madeyên hişbir hatine girtin û çend dizîn hebûn, ev hemû bûyer nîşan didin ku rewşa ewlehî ya Kerkûkê pir xerab e.

Herwiha li gorî wî amara asayişê, Ereb û Tirkman jî daxwaz dikin ku hêz li Kerkûkê were zêdekirin, ew jî ji ber zêdebûna bûyeran û xerabiya rewşa ewlehiyê, ji ber ku êdî teqîn ji dervey bajêr bo nava bajêr jî hatine veguhestin û hin ji wan teqînan xwekujî bûne.

Derbarê rewşa Kerkûkê, Endamê Komîteya Normalkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Kerkûkê ji ber wan hemû bûyeran pir xerab e û ew hêzê ku li Kerkûkê ne, ne tenê nikarin navçeyê biparêzin, lêbelê zilmeke mezin li Kurd û Ereban dikin.”

Şaxewan Ebdulah wiha got: “Me rêveberiya xwe agahdar kiriye ji wan bûyeran û ew jî ligel Hikûmeta Iraqê kar dikin, ji bo ku vê rewşê çareser bikin, ji ber ku nabe rewş bi vî awayî berdewam be.”