Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Herêma Kurdistan û Tirkiye tekez li ser bihêzkirina peywendiyên xwe dikin

Enqere-KDP-info-Sibehiya îro 04/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandekê li gel li Enqere li gel birêz Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye civiyan.

Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Tirkiye û çawayiya zêdetir pêşxistina wan ya li hemû waran da bi taybetî li warê aboriyê da guftûgo kirin û her du alî tekez li ser zêdetir pêşxistina tevger û danustandinên bazirganiyên di navbera xwe kirin.

Belavbûna pejika virusa Korona û bandor û encamên wê yên bi taybetî li ser warê aborî li Herêma Kurdistan û Tirkiye mijareke dinê civînê bû. Li vî derbarî de birêz Wezîrê Derveyê Tirkiye amadehiya welatê xwe ya ji bo hevkarîkirina bi pêşkêşkirin û şandina yarmetî û pêdiviyên pizîşkî yên ji bo rûbirûbûna pejikê ya li Herêma Kurdistanê nîşanda.

Peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, metirsiyên Daişê û berevanîkirina wê, pêşhatên dawî ya rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinên civînê bûn.

-

-