Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bersivek bo Doran Kalkan û rûgirtiyên PKKê.. Çîrokên we yên xeyalî nîşana şikestinên we yên siyasî ne

Hewlêr-KDP.info- Tekesta bersiva Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bo Doran Kalkan û rûgirtiyên PKKê:


Piştî ku Cemîl Bayik û Besê Hozat Hevserokên KCKê, di avêtina tometan li ser Herêma Kurdistanê û PDKê de biser neketin û êrîşên wan ên bi rêya ragihandinê hat şikestin, vê carê Doran Kalkan û girûpeke PKK, şanoyeke din lidar dixin, ew jî bi rêya avtêna tomet û gotinên vala li ser Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK). Pirsgirêka vê girûpa PKKê di wê yekê de ye, ku di nava xeyalên xwe de binav bûne. Ew di nava şikestineke hizrî û fikrî de ne. Di nava xeyalan de lixwe dizîvirin, ku nêta wan dijayetiya Kurdan e. Nêta wan ew e ku ti tevgereke rizgarîxwazî ya Kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê nikaribe kar û çalakiyên xwe yên medenî bike. Evana, bi her cure destkefteke siyasî ku Kurdan li navçeyê bidest xistibe, dijayetiya wê kirine, yan jî her derfetek bo pêşxistina pirsa Kurdî bidest hatibe, wan li dijî wê derfetê tevger kirine….

Loma vê carê jî ji bo veşartina dîroka xwe dixwazin dîroka navçeyê biguherin û bi bêhêviyeke mezin hinek daxuyaniyên vala dane, ku ew gotin her bi wê girûpê dikevin…. Di destpêkê de, hûn dixwazin kuştina kesên xwe û hebûna casûsên istixbaratan di nava refên xwe de û şikestinên xwe yên siyasî bixin histê Herêma Kurdistanê û PDKê de. Bi van wehim û xeyalan dixwazin rûyê xwe di nava alîgirên xwe de sipî bikin û di ser karên xwe yên çewit û xerab re baz bidin û tometan têxin histê hêzên Kurdistanî. Ew baş dizanin ku PDK partiyeke xwedî gelek alîgir û xebata siyasî ye, ku di dîroka navçeyê de jî xwedî mezintirîn tomar û dîkomêntarî ye ji serkeftin û serwerî ye li Kurdistanê, loma li vir em ji Doran Kalkan û girûpa wî ya rûpêçayî re dibêjin, di edebyata PDKê de (serweriya gel, têkoşan û berxwedan) ji bo Kurd û Kurdistanê berdewam ji nava PDK de bidest diket, ku derfeteke dîrokî bo Kurdistanê xuliqand û nasnameya kurdayetiyê li Rojhilata Navîn çêkir û parast. Ne PDK bû yê ku karê wê qirkirina gel û lîstka bi çarenivîsa miletê Kurd bû di xizmeta berjewendiyên dewletên navçeyê de… Hûn, ku heya niha ji çanda Kurdî tişekî nizanin û heya niha hînî zimanê Kurdî jî nebûne, hûn ji me re nabêjin çima hûn bi navê Kurdan diaxivin û hûn çima li vir in? Hûn û hevhizrên xwe tije ne ji daxwazên xelkên biyanî, hûn di bizava siyasî de xwe ji vir davêjin vir û wir û li ser daxwaz û armancên roj û şev xwe ji vî sînorî davêjin wî sînorî, ku xuya ye ew karê we xizmeta kê dike û hûn ji kê re wî karê dikin.

Li cem xelkê Kurdistanê zelal e ku hûn çima êrişî tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê dike, hûn dixwazin bi rêya avêtina tometan şikestinên xwe veşêrin û çavê xelkê bigrin? Bi komek pirsên nedicihê xwe de, hûn dixwazin van armancên xwe yên dijayetiya ezmûna Kurdan e, veşêrin? Li Herêma Kurdistanê û li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî, siyaset û destêwerdana we li cem xelkê Kurdistanê eşkere bûye, ku hûn dixwazin destkeftên Kurdan li gorî dilê dewletên navçeyê bikin sifir.

Wê girûpa PKKê di daxuyaniyên xwe de, qaşo xwe pêş xistiye, dibêjin, (dinya hatiye guhertin). Di axaftinên xwe de wek ku xemxwarê YNK nîşan didin!. Baştir e hûn xema xwe bixwin, tişta ku di lojîka PDK de ye, wek ku di peyama PDK ji bo partiyên siyasî yên Kurdistanê zelal e, pêwendî û hevahengiya di navbera PDK û YNK wek pêwendiya 2 şirîkan e, û zelal e jî ku PDK û YNK pêkve di rêveberî û şirîkatiya siyasî li Herêma Kurdistanê de kar dikin, lewma hewce neke ku hûn di vê dema niha de gotinên vala rêz bikin û xwe bixin nava vê pirsê de..

Ku hûn behsa salên 90 dikin, nayê bîra we ku we çi şer li dijî Başûrê Kurdistanê destpê kir, ji ber ku we nedixwest li Başûr parlamento û hikûmet û aramiya siyasî çêbibe û rêveberiyeke Kurdî li navçeyê jidayik bibe. Ku ezmûna Başûr bû yekem ezmûna Kurdî li ser cografyayeke şeriî dengê Kurdan bo cîhanê bilind dikir, lê we êrîşî wê ezmûna han kir û we gelek Pêşmerge şehîd kirin, lê xuya ye ku berpirsên wê xetê li Qendîlê wek Doran Kalkan û girûpa wî, hatine xurifandin û tişt jibîra wan diçin û nema karin wan rojan bînin bîra xwe, loma emê van rojan bînin bîra we. Tê bîra we dema rehmetî Mam Celal li Parlamentoya Kurdistanê rûyê we yê rastî eşkere kir û fikir û armanc û karên we ji xelkê Kurdistanê re got, û rehmetî derew û bêbextiyên xwe ji xelkê Kurdistanê re eşkere kir..

Di destpêka Raperîna xelkê Kurdistanê de li dijî rejîma berê ya Iraqê sala 1991ê, ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û ji destpêka avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, rola PDK ligel partiyên din ên siyasî li Kurdistanê di rêveberiya Kurdistanê de û di avedankirin û dirustkirina ezmûna bajar de, xuya bû. Rola we jî di xerakirina gund û bajaran de û di nehametî û revandin û stendina bac û gumrikan de û di karên xerab û tawanan de, xuya ye. Niha jî ku hûn tometan dixin histê PDKê, û hûn dibêjin (PDK endazyarê şer e li Kurdistanê û alîkarê Tirkiyê ye), dîsa hûn jibîr dikin ku çawa sala 1983 we di daxuyaniyên xwe de ji wan çend xelkên Bakurê Kurdistanê yên ser sînor re digot, (pirsgirêkan li ser sînor bi hêzên Tirkiyê re derxînin, ji bo ku artêşa Tirkiyê bê nava Başûrê Kurdistanê û navend û baregehên PDK û partiyên din xera bikin û dema ku artêşa Tirkiyê vekşe emê cihê wan bigrin.) Baş e kî endazyarê şer e û alîkariya artêşa Tirkiyê dike?.

PDK serfiraz e ku bi dehên salan e rêbertî û pêşrewtiya tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê kiriye, û ji bo wê yekê bi hezaran şehîd daye gel û neteweya xwe. Bi dehan destkeft ji bo neteweya xwe bidest aniye. Rêkeftina 11ê Adarê wek mînakekê ye ji xebata PDKê re, ku wê demê we nizanîbû siyaset çi ye. PDK destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê dixuliqand. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê sala 1992 û avakirina hikûmeta Kurdistanê ji berhema xebat û têkoşîna PDK û YNK û partiyên din ên Kurdistanê bûn. Ev têkoşan ne ji valahiyekê hatibû, hûn jî çavê we bi wan destkeftên Kurdistanê bar nedibû û heya niha jî hûn itîrafê bi ezmûna Başûrê Kurdistanê nakin. Her wê sala ku parlamento û hikûmeta Kurdistanê hatin avakirin, we şerê xwe anî ber deriyê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê neçar bû ku bergîriyê li xwe bike. Pêşmergeyên Hikûmeta Kurdistanê bûn ku li Heftanîn, Xinêre, Xuakurk, Lolan, Zab û Metîn di rûyê we de sekinîn û baregehên we ji wir rakirin. Ew pêşmergeyên ku bersiva êrîşa we dan, pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ne yê PDKê bûn. Lê ji ber ku hûn parlamento û hikûmeta Kurdistanê nas nakin, loma hûn navê wan dikin pêşmergeyên PDK û YNK..

Eger çend baregehên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hebin, û çend cih dagîr kiribe, hûn sebeba hatina hêzên Tirkiyê ne bo nava axa Baûrê Kurdistanê û hûn sebeba wê dagîrkirinê bûne. Herwiha we jî bi sedan gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê dagîr kirine û ne hûn dihêlin xelkê wan gundan bi aramî di cih û warên xwe de bijîn, û ne jî hûn dihêlin Hikûmeta Kurdistanê xizmetan bighîne wan navçeyan. Dagîrkirin her dagrîkirin e, ji her aliyekî be, lewma di serî de xwe ji jîngeha xwe ya istixbaratî û kuştina kesên xwe xelas bikin, piştre çîrokên xwe yên wehmî û xeyalî bêjin.

Li Rojavayê Kurdistanê, bi şahidbûna xelkê Rojava, xuya ye ku sînorê we yê xerakirinê gihîştiye gihîştiye kuderê, ew jî ji revandina keç û kurên xelkê, ji zindanîkirin û ji êrîşkirina ser xelkê Rojavayê Kurdistanê di Newroz û ahengên wan ên din de, û di daxistin û şewitandina Ala Kurdistanê ya pîroz de, û di parastina wêne û peykerên rejîma Sûriyê de. Ji ber karên we yên xerab li Rojavayê Kurdistanê, êdî rewatiya we di nava xelkê ku berê alîgirê we bûn, nemaye… Eger ji bîra we çûbe, lê xelkê biwefa yên Rojavayê Kurdistanê baş tê bîra wan de, ku Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê biryara şandina hêza Pêşmerge ji bo parastina li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê dan. Tê bîra xelkê ku çiqasî PDK dixwest bi hewara xelkê Rojavayê Kurdistanê ve biçe da ku xelkê Rojava ji destê terorîstan parstî bin. Ji bîra we çû ku çawa çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî qonaxeke girîng bû û wê yekê çawa hevsengiya hêzê guhert û çawa DAIŞ hat şikestin. Piştre jî Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê efsaneya DAIŞê bi temamî şikandin. Lixwegirtina penaberên Rojavayê Kurdistanê jî mînakeke din ji karê PDKê.. Hûn bûn yên ku şer anîn nava Rojavayê Kurdistanê û hûn bûn sebeb ku Kurd ji Rojava birevin, ew jî we senaryoya sala 1983 ya ku we ji bo Başûrê Kurdistanê danîbû, û hûn bûn nîşan ji dewletên navçeyê re, ji bo lêdana navçeyên Rojavayê Kurdistanê û êdî Rojavayê Kurdistanê wêran bû û hûn bûn sebeb ku artêşa Tirkiyê derbasî nava Rojavayê Kurdistanê bibe.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî, ne bi destê xelkê hatiye çêkirin. Lêbelê encûmenek e ku ji partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, çêbûye û ji hejmareke partiyên têkoşer pêk tê. Lê ENKS ji ber ku bi siyaseta we ya çewit razî nebûye, we tometên cuda xistine histê wan de, ew jî di dema danûstandinên navdewletî de yên li ser pirsa Kurdî û çarenivîsa Sûriyê li cem welatên cîhanê ENKS nûnerê rewa bû yê gelê Kurd li Sûriyê, herwiha di nivîsandina destûrê nû yê Sûriyê de beşdar in. Niha jî ku ENKS û TEV-DEM di danustandinan de ne, dûrî destê we, dikarin li ser rêkeftinên Duhok û Hewlêrê bighên encûmeneke cihê dilxweşiyê be, ku sûd û mifa wê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û tevahiya pirsa Kurdî hebe.

Baş e, Doran Kalkan û Bayik û girûpa wan li Qndîlê li Serê Kaniyê û Girê Sipî û Efrînê çi kirin? Ka ew Vêtnama ku we digot emê li wir bimeşînin? Jibilî çend gotinên mezin, we li çi kir? Ka berhemên şerên we? We xwe kiriye parêzvan ji mana sînoran re, lê hûn alîkariya lîstikên welatên navçeyê dikin û hûn nikarin dilê xelkê Kurdistanê bînin ser xwe. Hûn ji xwe napirsin hûn li Helebçe û Germiyan û Pêncwîn û Mawet û heya bi Metîn û Gare çi dikin? Piçekî rûyê xwe sipî bikin û vegerin cihê ku hûn jê hatine, lê we ji aliyê fikrî û hizrî ve jî hûn hatine şikestin. Ji aliyê dîrokî ve jî rûyê we yê rastî hatiye eşkerekirin. Em vê carê jî ji we dibêjin, di nava refên we de girûp hene. Hûn bixwe kesên xwe dikujin û di nava we de casûs û zilamên dewletên navçeyê hene. Ev tişt dikin ku hûn roj bi roj di nava Kurdan de pûç bibin..Di nava saykolojyeta xelkê Kurdistanê de, dawiya hizir û fikrê we hatiye. Loma eger hûn li ser vê fikrî bimînin, hûnê bihilin û dê awaza we di guhê xelkê we de bidawî were, ji ber ku êdî xelkê Kurdistanê armancên we nas kirine.

Di dawiyê de, derbarê Bakurê Kurdistanê jî, ew belge bes e ku xelkê Bakur li ser ekranên televîzyonan hewar dikirin û digotin ku PKK mala me xerakiriye û derewên xwe bi pirsa Kurdî kirin û proseya aştiyê jinav birin.. Lewma dema hûn destê xwe davêjin dîrokê, ha jê hebin ku tomet û bêbextiyên we vala ne, û wek herdem ji xwe ve şikestî ne, li pêşiya wan aliyên ku dîroka rast a pirsa Kurdî nivîsandine û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê afirandine û rêberê rast û dirust ê xelkê Kurdistanê bûne..


Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

28.8.2020”