Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Enfal jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bû

Hewlêr-KDP.info- 32 sal di ser Enfala Badînanê re derbas dibe û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê boneyê de peyamek belav kir û tê de got, bandorên enfalê heta bi dehan salên din jî dimîne û Enfal jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bû.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera enfalkirina Badînanê:

“Berî 32 salan rêjîma Beis a Iraqê di çarçoveya proseya enfal de, dawî qonaxa enfalê li Badînanê encam da û di wê şepêlê de bi hezaran kes hatin şehîd û winda kirin û bi sedan gund jî wêran kirin.

Ji gelê Kurdistanê re, enfal ne tenê bûyer û hejmar e, belkû jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bi dîrok, ciyografa, şûnwar ê jîngeh e ku bandorên wê heta  bi dehan salên din jî dimîne.

Ev bîranîna xemgîn, pêwîst e her dem me zêdetir han bide ji bo berevanîkirina li mafên miletên yên rewa û bîranîna qurbaniyên wê tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine kirin. Yek ji ji wan mafên me yên yasayî û destûrî jî, qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan li gor biryara Dadgeha Tawanan a Iraqê ye.

Di dawiyê de, serê xwe bi rêz bo şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên riya rizgarîxwar Kurdistanê ditewînim.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Kurdistanê

25.8.2020”