Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Kurdistanê: Em pêşwaziyê li daxwaza Amerîka dikin

Hewlêr-KDP.info- Rêveberiya Amerîka û Hikûmeta Iraqê gotûbêjên xwe zêde kirine ji bo ku bighên lihevkirineke sitratejîk, ku şanda Hikûmeta Kurdistanê jî di wan gotûbêjan de beşdar dibe. Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa behsa giringiya beşdariya Kurdan û mercên lihevkirina Hewlêr û Bexdayê eşkere dike.

Di çarçoveya beşdariya şanda Iraqê bo gotûbêjên di navbera Waşinton û Bexdayê de, hefteya derbasbûyî Wezîrê Derve yê Amerîka Maik Pompîo ragihandibû: “Emê berdewam bin li ser alîkariyên mirovî ji bo Iraqê ji bo vegerandina koçberan bo ser malên wan û avakirina navçeyên wan. Em dixwazin Bexda pirsgirêkên xwe ligel Herêma Kurdistanê çareser bike. Me ji Bexda re gotiye, pirsa budceyê ligel Hikûmeta Kurdistanê çareser bike.”

Derbarê wan gotinên wezîrê derve yê Amerîka, Felah Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji bo çareseriyê, em pêşwaziyê li her hewlekî ji Amerîka be yan Ewropa ya civaka navdewletî be, dikin. Amerîka dixwaze pêwendiyên Kurdistanê û Bexda bi hev re baş bin, ji ber ku Amerîka li aramiya navçeyê digere.”

Mistefa wiha got: “Hebûna diyaloga sitratejîk di navbera Hewlêr û Bexdayê de pir girîng e. Kurdistan jî wek beşek ji Iraqê, kêfxweş e ku vê carê di gotûbêjên Iraq û Amerîkayê de beşdar e. Herwiha Kurdistan dikare bibe alîkar ji bo serxistina wan gotûbêjan. Herêma Kurdistanê dikare jibilî aliyê leşkerî ve, dikare ji aliyê abûrî û tendirustî û veberhênanê û sektora taybet û xwendina bilind, sûdê ji vê diyaloga di navbera Iraq û Amerîka de bibîne.”

Felah Mistefa wiha domand: “Em dibêjin, pêwendiyên rast û dirust û li ser bingeha destûr û jihevfêmkirina hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di berjewendiya aramiya navçeyê de ye û dihêle piroseya siyasî pêşve biçe. Herêma Kurdfistanê li Bexdayê xwedî giraniyeke mezin e û dikare hevsengiyê li Iraqê çêbike.”