Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

74 sal, ronahiya rĂªka Kurdistaniyan

Ezîz Weysî

Roja 16ê Tebaxê rojeke pîroz e û nemir e di wijdanê Kurdistaniyan de, şoreşeka seranser e li ser barukawdanên herî xirab. Ronahî da rêka netewekê di nav tarî û paşvemayînê de xendeqê may, gaziyeke yekgirtinê bû ji netewekê belav û jihev veqetyayî.

Li seranserê Kurdistanê kolonyalîstan bi hevkariya zilhêz û împiryalîstan şaxên xwe li Kurdistanê belav dikirin û rehên xwe berdidan erdê, tovên bêhêviyê diçandin û mijûlî şikandina îradeya Kurdistaniyan bûn.

Di nava van rewşan de bi rêbertiya rêber û serokê netewî û ruhî Mela Mistefa Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê hat damezrandin. Xwedî bernameya azadî û rizgariya netewî û niştimanî, helgira bîrûbawrên demokratîk û bihevrejiyanê, li hember zilm û zordariyê serhildan û berxwedan. Tyor û bernameyê şoreşgêrî yêherî pêşkeftî danî.

Li seranserî Başûrê Kurdistanê, perên şoreşê û partî belavbûn. Mezî û wijdanê Kurd û Kurdistaniyan tevaya cîhanê bi pirensîb û bernameya PDK, hat dagîrkirin.

Ev 74 sal in hêzên dagîrker bi hevkariya zilhêzên xweperist û dijî mirovatiyê, bi riyên pîlangêrî, fêlbazê, bi xapandinê xiyanetkeran, bi mezintirîn dezgehên propagendeyê û şerên derûnî û hêzên zebelah ên leşkerî amadekarî, bi baştirîn çek û perwerde û teknelojiyaya leşkerî, hewlên jinavbirina PDKê didan û didin.”

Lê em dibînin, ew biser neketin û şikestin para wan bûye. Lê PDK her maye û dê her bimîne, ji ber ku PDK qeder û garentî ye ji bo mafên rewa ên Kurdistaniyan. Îro baştir jî dibe di bin rêbertiya Serok Barzanî û qehremanê çerxê 21ê, çevengê kolnedan û berxwedanê rêzdar Mesûd Barzanî, ku em baştir û bilindtir in.

Pîroz e salvegera damezrandina partiya me Partiya Demokrat a Kurdistanê. Pîroz be roja jidayikbûna Serok û rêberê me yê netewî rêzdar Mesûd Barzanî.

Em naşkin û namirin, dê her bimîne miletê me û neteweya me. Bilind be ala Kurdistanê.