Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sitratîjî û aydyolojiya PDKê, gel kiriye serokaniya hêza wê

Jiyan Tahir Zêwey

Regezperistî, nedadperwerî, zilm û zordarî, yan jî gelek caran hezkirina ji bidestveanêna deselatê ji egerên sereke yên peydabûn û dirûstbûna partiyên siyasî û serhildana û şoreşan in di nava her miletekî de. Di dîroka mirovatiyê de ligel pêşkeftin û şaristaniyetê berdewam bizav û pêkul ji bo bidestveanîna azadî û dadperweriyê hatine kirin. Bi sedan şoreş û serhildan ji aliyê girûp yan partiyên siyasî ve ji bo destperkirina mafên siyasî, civakî, abûrî û çandî hatine kirin.

Herdemê armanc ji dirustbûn û livînên partiyên siyasî û şoreşan dirustkirina kenalekê pêwendiyên di navbera deselatê û milet de ji bo pirkirina valatiya di navbera civakê û deselatê de bûye, bi qasî ku ew bizav di dûmdirêj û bi zehmet û bi gelek qurbanîdan bûye, di dawiyê de serkeftin her para wan bûye. Şoreşa Nêlson Mandêla li dijî apartaytê ango regezperistiyê li Afrîqyaya Başûr, û bizava Mahatma Gandî dijî împratoriya Birîtanya jî mînakên herî zindî û serkeftîne ku bûne dibistan û sembolên azadîxwazan li cîhanê.

Beruvajî wê yekê yekê, dema ku mirov ji bizav û çalakiyên siyasî û dirustkirina girûp û hizban bidestveanêna deselat û hêzê ji bo berjewendiyên taybet yan berteng bibe, bi qasî ku bi berhem û encam be, di dawiyê de rûyê rast ji bo milet diyar dibe û şikestina siyasî dawiya wî tîne. Gelek hizib û aliyên siyasî bi vî awayî li cîhanê bi giştî û li Herêma Kurdistanê bi taybetî hatine qada siyasî de.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêbertiya Nemir Mela Mistefa ku kesayetiyeke bi karîzma û niştîmanperwer bû, li 16ê Tebaxa 1946an hatiye damezrandin. Barzaniyê nemir jiyana xwe xistibû xizmeta xweşî û azadî û serbestiya hemû xelkê Kurdistanê. PDK her ji destpêka damezrandina xwe ve biryar da ku xebatê ji bo rizgarî û serfiraziya gelê Kurdistanê, ji bo demokrasî û dadperwerî û wekheviya civakî bike. PDK bi dirêjahiya 74 salan ji bizava rizgarîxwaza xwe hewl daye ji bo avakirina civakeke şaristanî û parastina mafê takê Kurdistanê bê cudahiya olî, netewî û regezî. Karker, cotyar, zana, pispor, nivîskar, hizirvan, jin, qutabî, xort, misilman, xristiyan, êzdî, şebek, kakeyê, tirkman û hemû pêkhateyên olî û netewî ji bo destberkirin û parastina mafên xwe yên rewa, xwe di bazneya siyaset û sitratîjiya PDKê de dîtine û dibînin.

PDK piştî her şikestinekê bihêzeke xurtir û bi bawereke zêdetir rabûye ser pê û xwe berdaye nav xebat û şoreşê. Zindan, eşkence, topbaran, enfal, kîmyabaran, derbederî, koçberî û bierebkirinê nikarîne îradeya wê ya pola bişkînin yan lawaz bikin, yan jî baweriya miletê Kurdistanê bi PDKê jinav bibin. Niha jî di ser hebûna gelek pilanên têkder ên navxwe û derve, hevrik û neyarên doza rewa ya gelê Kurd ji bo lawazkirin û jinavbirina hêz û pêgeha PDK, vê partiyê bi baweriyeke mezintir û bi hêzeke xurtir li ber xwe daye û ji bo parastina maf û destkeftên ku ji encamê xebateke dîrokî bidestve hatiye, hewl dide û bizavê ji bo navdewletîkirina pirsa siyasî ya gelê Kurdistanê û avakirina aştî û hevdengiya niştimanî dike.

Bêguman şikestina hewl û bizavên neyarên PDKê ji bo lawazkirina pêgehê wê û jinavbirina baweriya milet bi PDKê ji encamê wê bingeha siyasî û sitratejîk bihêz e ku ev hizib li ser hatiye avakirin, ku ew jî armancên netewî û niştimanî yên gelê Kurdistanê ne. Ji bo vê yekê jî PDK hemû kadir û endam û alîgirên xwe bi heman rêbaz û bi heman baweriya xwequrbanîkirinê perwerde kirine û dikin û ti carî sazişê li ser mafên gelê Kurd nekiriye û nake û herdem hewl dide pêngavan ji bo pêşerojeke geştir bavêje. Lewma herdem gel piştevan û serokaniya hêza PDK bûye.

Bi vê helkefta pîroz, rêz û silav bo canê paqij ê tevahiya şehîdên rêya azadiyê û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û Îdrêsê herdem sax dişînin. Silav û rêz bo hemû kadir û endam û alîgirên PDKê û pêşmergeyên qehreman û ku herdem sînga xwe kirine mertal ji bo parastin û serxistina ezmûna Kurdistanê.