Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Du fermandarên hêza Zêrevanên Sînor şehîd bûn

Sîdekan-KDP.info- Qaymeqamê Soran Kirmanc Îzet ragihand, îro Sêşema 11.8.2020 li sînorê nahyeya Sîdekanê balafirên şer ên Tirkiyê li otomobîleke fermandarên hêza Zêrevanên Sînor a Iraqê dan û di encamê de 2 fermandar şehîd bûn û 2 serbaz jî birîndar bûn.

Kirmanc Îzet ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî balafirên şer ên Tirkiyê li Bêrmî Dîndaran li hêzeke zêrevanên sînor dan û di encamê 2 fermandarên artêşa Iraqê şehîd bûn ku navê wan Zibêr Halî û Emîd Mihemed Reşîd e û 2 serbaz jî birîndar bûne. Herwiha danê sibeha jî şivanek birîndar bibû.”

Îzet wiha got: “Hêza Zêrevanên Sînor xwestine gotûbêjan ligel PKKê bikin ji bo danîna hinek xalên nû yên serbazî li Devera Bradost da ku bikaribin bi şêweyeke fermî navenda xwe li wê deverê deynin, lê hema wê demê balafirên Tirkiyê li hêza Zêrevanên Sînor dan.”

Kirmanc Îzet wiha domand: “Ew herdu fermandarên ku şehîd bûne pilebilind bûn di hêza Zêrevanên Sînor de. Hêza Zêrevaniya Sînor ji bo parastina ewlehiya xelkê Kurdistanê çûne wê deverê û berê hevahengî hatibû kirin ji bo hatina wan bo navçeyên ser sînor.”