Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sibe PDK รป YNK li Dukan dicivin

Hewlêr-KDP.info- Çavkaniyekê ji Polîtbûroya PDKê ragihand ku biryar e sibe herdû polîtbûroyên PDK û YNK li Dukan bicivin.

Wê çavkaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e sibe Sêşemê seat 11:00 li Dukan li parêzgeha Silêmaniyê herdû polîtbûroyên PDK û YNK bicivin.”

Heman çavkaniyê wiha got: “Destpêkirina wan civînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê ye û di civîna yekem de dê herdû alî guhdariya pêşniyarên hev bikin û piştre dê civîneke din were kirin, da ku li ser pirsgirêkan biaxivin ji bo ku wan çareser bikin.”

Di dema borî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Hevserokê YNKê Bavil Talebanî kiribûn, ew jî wek destpêkekê bû ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de.

Şanda PDK dê pêk were ji Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed endamên Polîtbûroya PDKê û Elî Husên Endamê Serkirdatiya PDKê.