Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENSK û TEV-DEM danustandinê li ser avakirina encûmenekê û pirsên rêveberiyê û leşkerî dikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê şanda ENKSê ya danustandinên ligel TEV-DEMê Mihemed Îsmaîl dibêje, qonaxa duyem a danustandinên di navbera ENKS û TEV-DEMê de bi serperiştiya Amerîka li ser sê aliyan destpê kiriye, ew sê alî jî ev in, avakirina encûmenekê wek lêvegerekê û pirsa rêveberiyê û ya serbazî.

Mihemed Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Heya niha me 2 civîn kirine û rêkeftina Duhokê jî ya bi serperiştiya Serok Barzanî bûye bingehek ji danûstandinên ENKS û TEV-DEMê, ku Herêma Kurdistanê jî alîkar e ji bo danustandinên me ji bo ku em bighên rêkeftinekê di navbera xwe de. Me jî pêngavên baş avêtine û emê berdewam bin heya ku em lihev bikin.”

Îsmaîl wiha got: “Piştî ku qonaxa yekê ji danustandinan bidawî hat û me lihev kir, niha qonaxa duyem ji danustandinan destpê kiriye. Me daxwaz kiriye ku Amerîka serperiştiya van danustandinan bike. Di pêngava yekem de encûmenek tê avakirin û pirsên rêveberiyê û leşkerî tên çareserkirin, ku li Rojavayê Kurdistanê dê kar bi hevbeşî birêve biçe. Encûmena ku bê avakirin dê wek lêvegerekê be ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê. Niha di hin xalan de cudahî di navbera me de heye û di hinek xalan de jî em nêzîkî hev in. Lê me herdû aliyan biryar daye ku em lihev bikin, ji ber ku me biryar daye ku aramiyê li Rojavayê Kurdistanê bidestve bînin. Ji bo avakirina wê encûmenê me pêngavên baş avêtine, ku ew encûmen dê xwedî deselat û biryar be.”

Mihemed Îsmaîl wiha domand: “Ew encûmen dê serperiştiya çareserkirina pirsên rêveberiyê û leşkerî û pirsên din ên miletê Kurd bike, loma Amerîka hewl dide ku di her xalekê de nakokî di navbera me de hebe, çareseriyekê jê re bibîne û nûnerên wan ligel me ne û çavdêriya danustandinan dikin. Heya niha em 2 caran civiyane.”

Wî berpirsê ENSKê wiha got: “Herêma Kurdistanê roleke baş dibîne di danustandinên me de û alîkariyê dike ji bo ku em lihev bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Mihemed Îsmaîl ragihand: “Vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê yek ji xalên herî sereke ye ji danustandinan û hêj em negihîştine wê xalê. Ew xal li cem me pir girîng e. Dema ku em bighênê emê gotûbêjên cidî li ser bikin ji bo ku Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi wan heye.”