Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ligel gelê Lubnanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqînên Beyrûtê nîşan da, û sersaxî arasteyî malbatên qurbaniyên teqînê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber teqînên li Lubnanê, di tîwîtekê de bal kişande ser wê yekê, ku di vê rewşa dijwar de, Herêma Kurdistanê ligel gelê Lubanê ye û sersaxî ji wan re xwest.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Dia û hizrên min ligel bo qurbaniyên teqîna wêrankar a îro li Beyrûtê ye. Serxweşiyê ji malbatên û kesûkarên qurbaniyan re dixwazim. Herêma Kurdistanê di wê rewşa dijwar de ligel gelê Lubnanê ye.”