Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîr: Komkujiya Şingalê yek ji hovtirîn tawanên li dijî mirovatiyê ye..Divê çekdar û milîs ji Şingalê derkevin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê komkujiya Kurdên Êzdî bi yek ji tawanên herî hovane yên li dijî mirovatiyê di dîroka hevçerx de binav dike û got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewldanên xwe yên bo azadkirin û vegerandina ew kesên ku hatine revandin berdewam dibe.

Deqa peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

“Di şeşemîn salvegera dagîrkirina Şingalê û jenosaydkirina xwişk û birayên Êzdî ji aliyê teroristên DAIŞê ve, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyên bi bîr tînin ku di encama êrîşa dirinde ya DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.

Komkujiya Şingal û derdora wê, yek ji direndetirîn tawana li dijî mirovatiyê di dîroka hevçerx de tê hejmartin ku beşek ji êrîşa berfireh li dijî gelê Kurdistanê bû. Tevî hemû wê karesat, ferman û komkujiya bi serê xwişk û birayên Êzdiyan hatiye, lê bi berevanîkirina li ziman, nasname, kultur û ola xwe berdewam in.

Di vê bîranîna xemgîn de, pêwîst e bi rêz qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman di rizgarkirina Şingal û derdora wê de bi serperiştiya Serok Barzanî bi bîr bîbin, herwiha helwesta xelkê Kurdistanê di hawarhatina xwişk û birayên me yên Êzdî de bilind dinirxînin. Pêwîst e hemû alî hevkar bin ji bo avedankirin û asayîkirina rewşa Şingalê, bi awayekî ku ti hêzeke çekdar a biyanî û milîs li Şingalê nemînin û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ji bo parastina asayişa wan navçeyan hevaheng bin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hewlên xwe berdewam dibe ji bo azadkirin û vegerandina revandiyên heta niha mane ku hejmareke mezin ji wan pêştir bi hewla hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin. Herwiha daxwaz dikin hikûmeta federalî xwişk û birayên me yên Êzdî qerebû bikin û alîkariyê bi koçberan re bike û zemînê xweş bike, ji bo ew bi serbilindî vegerin navçeyên xwe.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”