Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina Cejina Qurbanê belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê Cejina Qurbanê pîroz kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi boneya Cejina Qurbanê ez pîrozbahî li muslimanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im rojên cejnê di xweşî û kameranî de derbas bikin û pêbendî tedbîrên xweparastinê û rênmayiyên tenduristiyê bin.

Mixabin îsal cejna qurbanê di rewşeke giran a aborî de em birê dikin. Ev rewşa nayê xwestin li derveyî daxwaz û xwastek û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Me her ji destpêka çêbûna vê krîzê ve hemû hewldanek da bo ku bandorên nerênî yên vê krîzê li ser jiyan û rêveçûna jiyana hemwelatiyan sînordar be. Lê mixabin vê krîza darayî ku piraniya welatên cîhanê jî li xwe girtiye, gelek şiyana darayî ya berdestê hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e. lê li gel hemû astengan jî hêvîdar im hemwelatiyên xoştewî baweriya wan bi hikûmeta herêma Kurdistanê hebe ku di hewldaneke berdewam de ye bo peydakirina mafên mûçexwarên Herêma Kurdistanê. Bi vê hêviyê ve piştî cejnê li gel hikûmeta federal a Iraqê em bigehin rêkeftineke hevseng ku mafên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê tê de parastî bin.

Hêvîdar im bi piştevaniya hemû aliyekî ve emê wan rojên giran derbas bikin û hemwelatiyên xwe re di cejnên pêş de di rewşekî pir baştir de cejinê derbas bikin.