Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê mêvandariya civîna PDK û YNK kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 26.7.2020 mêvandariya civîneke hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Di civînê de, ku bi amadebûna Hevserokê YNKê Bafil Talebanî birêve çû, herdu aliyan di keşûhewayeke erênî û dostane de, bi zelalî pirsgirêk, girift, rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dualî guftûgo kirin.

Di civînê de tekezî li ser pêwendiyên di navbera PDK û YNKê bi taybetî û tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û parastina yekrêzî û tifaqê ku pêwîstiyeke vê qonaxa hestiyar e ji bo rûbirûbûna wê rewşa dijwar a ku ji encama pandemiya Koronayê û krîza darayî û kêşeyên din bi ser Herêma Kurdistanê de hatine.

Herwiha di civînê de, tekezî li berdewamiya guftûgoya di navbera herdu aliyan de hate kirin, bi armanca çareserkirina û serkeftina bi ser pirsgirêkan de û sivikkirina wî barê giran ê ku ji encama kêşe û krîzan ketiye ser milê welatiyan. Herwiha tekezî li pabendbûna bi rêkeftina di navbera herdu aliyan û piştevanîkirina li damûdezgehên Herêmê û karê hevbeş li Parlemanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.