Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Dayika Ayşe mînaka xweragirî û qurbanîdanê bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya dayika Ayişe, peyameke serxweşiyê belav kir û ragihand, Dayika Ayişe mînaka xweragirî û qurbanîdanê bû.

Di peyama Serokê Hikûmetê de hat: “Bi mixabiniyeke mezin, me nûçeya koça dawiyê ya Dayika Ayşe me bihîst, ku dayika sê şehîdên qehreman ên Kurdistanê û nimûneya xweragirî û qurbanîdanê bû. Pirse û serxweşiya germ li malbata wê ya birêz radigihînin. Xwedêyê mezin giyana wê bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wê bibexişe.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Kurdistanê”