Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li Hevserokê YNKê Bafil Talebanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 27.7.2020 pêşwazî li Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin kirin.

Hevserokê YNKê tekezî li wê kir, YNK wek beşdariyekî sereke di Hikûmeta Kurdistanê de, piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Got jî, nabe pirsgirkên aliyên siyasî li dam û dezgehên hikûmî reng bide û pêwîst e hemû alî bi sîngfirehî hevkar bin, ji bo bi danûstandinan hemû pirsgirêk bêne çaresekirin, çunkû hemû destkeftên me, encamên yekrêzî û tebayîya me bû. Ji ber wê her hewlekê didin hevkar bin ji bo rewşên dijwar û qeyranan derbas bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da, xelkê Herêma Kurdistanê ji bilî xweragiriya dijwariyan, ji girjiyên navxweyî nîgeran in û çaverê ne alî rewşeke siyasî ya lêhatî peyda bikin. Got jî, Hikûmeta Herêmê, hikûmeta hemû Herêma Kurdistanê ye û pêwîst e tevahiya aliyên tê de beşsar bûne, piştevaniyê li karnameya hikûmetê bikin, ji ber ku bernameya kabîneya nehem, bernameya hevbeş a aliyên beşdarên nava hikûmetê ye.

Serokê Hikûmetê tekezî li wê yekê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû karînên xwe kar dike, ji bo vê rewşa aborî û tendirustî ya nexwastî derbas bike û rewşa jiyanê û guzariyên welatiyan baştir bike, ji bo vê armancê jî, li benda piştevaniya hemû aliyan e.