Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Daxuyaniyek ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ew gotinên ku dibêjin Hikûmeta Kurdistanê Daliya Mehmûd Muslim daye Tirkiyê, derew in û ragihandinên PKKê û hevnêrînên wan li cihê ku tometan, heq e vê pirsê li xwe bikin ku çima xelk ji refên wan vediqetin.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

Derbarê wan tometên ku qaşo kesek bi navê Daliya Mehmûd Muslim ji Herêma Kurdistanê ve radestî Tirkiyê hatiye kirin, em bi pêwîst dibînin raya giştî agahdar bikin, ku ev nûçe ti bingeheke vê nîne û nûçeyeke derewîn û xapînok e ji bo veşartina rastiya mijarê.

Daliya Mehmûd Muslim naskirî bi Viyan Şervan, piştî ku ji hêzên YPJê vediqete, li gel çekdarekî din ê xelkê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê yê bi navê Selam Remezan Mihemed naskirî bi Tolhildan ku di nava refên YPGê de bûye, peywendiyek evîndarî çê dikin û herdu bi hev re biryara destberdanê didin û direvin. Remezan di roja 9-7-2020 bi dilê xwe vedigere Tirkiyê û paşê jî Daliya Mehmûd Salih ji bo ku têkiliyê bi Selam re bike, di roja 14-7-2020 de bi qaçaxî diçe Tirkiyê û piştre li bajarê Mêrsînê xwe radestî polîsê Tirkiyê dike. Lewma bi ti awayekê peywendiya Herêma Kurdistanê bi vê mijarê ve nîne.

Ragihandinên PKKê û hevnêrînên wan li cihê ku tometan, heq e vê pirsê li xwe bikin ku çima xelk ji refên wan vediqetin û amade ne ji bo rizgarbûna ji gefên wan, bi rêyên qaçax jiyana xwe bixin metirsiyê.

Dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku amadeyiya temam a xwe bo lêkolînê nîşan didin, Herêma Kurdistanê dê hertim weke penageheke aram bo wan kesan bimîne, ku berê xwe didin wê û ew hewlên xapînokî jî ti bandora wan li ser helwêsta wê ya neguher nabe.

 

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

20.7.2020