Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir

Hewlêr-KDP.info- Îro în 17.07.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

Li hevdîtineke dostane da behsa peywendiyên Fransa û Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û aborî û tevgerên Da'îş û ew qeyranên ji ber pejika Korona ve rû li Iraq û Herêma Kurdistanê pêkhatine kirin.

Her wiha piştevaniya herdemiya Fransa li mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û rola girîngê Fransa li rûbirûbûna Da'îş û peywendiya Herêmê bi Hikûmeta Federal mijareke dinê civînê bûn.

Birêz Wezîrê Derveyê Fransa xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û bi dîtina Serok Barzanî derbirî.