Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şêx Seyfullayê Ensarî koça dawiyê kir

Bakurê kurdistanê-KDP.info- Şêx Seyfullayê Ensarî dawî cênişînê Şêx Qadirê Cizîrî roja Dûşema 13ê Temmûzê li bajarê Diyarbekir koça dawiyê kir û li herêma Girbelkê li rojavayê Diyarbekir bi axê hat sipartin.

Şêx Seyfullayê Ensarî sala 1930 hatibû diniyê û di 16 saliya xwe de dibe xelîfe. Ew mirovekî dîndar û xwedî pêgeheke diyar bû di nava Kurdên Bakurê Kurdistanê de û li Tirkiyê xwedî terîqeteke olî bû. 3 kur û 6 keçên wî hene.

Şêx Seyfullayê Ensarî zimanên farisî, Erebî û Tirkî li gel zimanê dayikê Kurdiya Zazakî (Dumilî) dizanî. Xwedî bi hezaran murîd û muhasib bû. Di rêka tesewif û sofîgeriyê de ji mînakên berçav ên cîhana sofîtiyê bû.

Haşim Haşimî ku kesekî nêzîk ji Şêx Seyfullayê Ensarî bûye, derbarê mirina wî de ji malpera KDP.info re dibêje, Şêx Seyfulla dilgirê mezlûman bû û îslama rastî dimeşand. Dilgirên wî li piraniya herêman hebûn. Xwedî rewişteke paqij bû û bilind bû di hêla manewî û heqîqî de.

Haşimî wiha got: “Ew di cîhana Îslamiya heqîqî de ji pêşengan bû, dijî zaliman û hevkar û hevalbendê mezlûman bû, û li ser vê hêlê dijiya. Li ser hêla rast a mewlana Xalid Şehrezûrî bû.”

Haşim Haşimî wiha domand: “Şêx Seyfulla xelîfê Seyid Qadirê Cizîrî ye û Seyid Qadirê Cizîrê jî xelîfê Şêx Elî Husamedînê Usmanê Tewîlî bû. Heqî û rastbêjî û tesewifa dirust û xwedênasî qadadirusta van kesan bû.”

 

Karwan ba'edrî