Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serok Komarê Misirê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro yekşem 12.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkêşî birêz Abdulfetah El Sîsî Serok Komarê Misirê kir û têda ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Ehmed Haris Konsolê Komarê Misira Erebî li Hewlêrê, serxweşiyê li birêz kir û hevxemiya xwe ji bo ji destdana xwedê jêrazî derbirî ku doh li Misir koça dawî kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, her wiha peyameke serxweşiyê jî pêşkêşî malbata xwedê jêrazî jî kir û li her du peyaman de hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bide malbat û kesukarên wan.