Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Kinyazê Mîrzoyêv dike

Hewlêr-KDP.info- Di peyamekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji akademîsyen û kesayetiya navdarê Kurd li Kazaxistanê Pro. Kinyazê Mîrzoyêv kir, ji ber koça dawî ya birayê wî Ehmedê Mîrzoyêv.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Îro Yekşema 12.7.2020 Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya birayê wî Xwedê jê razî Ehmedê Îbrahîmê Mîrzoyêv, sersaxî pêşkêşî akademîsyen û kesatiyê navdarê Kurd li Kazaxistanê rêzdar Profesor Dr. Kinyazê Mîrzoyêv kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî behîdarî û sersaxiyê, hevxemiya xwe bi rêzdar Mîrzoyêv û malbat û kesûkarên wî re nîşan da û ji Xwedayê mezin xwest rehmetî bixe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê bide hemûyan.