Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî sersaxî ji Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzayêv Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê re şand, ji bo koça dawî ya birayê wî Ehmed Îbrahîm Mîrzayêv.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Birayê birêz Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv Serokê Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê

Bi xemeke zêde me nûçeya koça dawî ya birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst. Sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rehmetî bi bihuşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
12.07.2020”