Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamento: Ji ber şerê Tirkiye û PKKê 162 welatiyên Duhokê şehîd bûne

Duhok-KDP.info- Roja 16ê meha derbasbûyî, artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke serbazî li dijî çekdarên PKKê li sînorê Herêma Kurdistanê destpê kir û di encamê de ziyanên canî û madî ji xelkê navçeyê re derket. Endama Komîteya Dîvdeçûna Pirsgirêkên Ser Sînor di Parlamentoya Kurdistanê de Jiyan Tahir dibêje, ji ber siyaseta PKK û êrîşên Tirkiyê, bi dehan gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û nêzîkî 200 welatiyê Duhokê bûne qurbanî.

Jiyan Tahir ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteya me ji bal Parlamentoya Kurdistanê ve serdana parêzgeha Duhokê kir û li gorî dîvdeçûnên me, tenê li sînorê nahiyeya Batofe ji ber şerê PKK û Tirkiyê, 27 gund bêavedanî mane û di çend rojên derbasbûyî de jî 3 gundên din li wê nahiyeyê ji ber êrîşên Tirkiyê vala bûne. Herwiha li sînorê nahiyeya Derkarî jî 26 gund rastî topbaran û bombebarana Tirkiyê hatine. Li Şingalê jî 6 pêgeh hatin bombebarankirin.”

Wê parlamenterê wiha got: “Li sînorê Amêdiyê jî ji ber hebûna cih û navendên PKKê,198 gund vala bûne û xelkê wan li Amêdiyê û komelgehan bicîh bûne. Mixabin ji ber hebûna PKK li sînorên Akrê û Zaxo û Amêdiyê berdewam Tirkiye wan navçeyan topbaran û bombebaran dike.”

Jiyan Tahir wiha domand: “Di encama şerê ser sînor û êrîşên Tirkiyê, di salên derbasbûyî de li Zaxo 32 welatî şehîd bûne û 10 kes jî birîndar bûne, li Amêdiyê 28 kes şehîd bûne û 4 jî birîndar bûne, li sînorê Akrê jî zêdetirî 100 kesî şehîd bûne.”

Jiyan Tahir ragihand: “Ji ber alozî û rewşa sînor û şerê PKK û Tirkiyê, rêjeya bêkariyê li sînorê Duhokê zêde bûye, ji ber ku ew navçeyên ku şer li wan heye, ji aliyê çandiniyê ve dewlemend in û xelkê wan nikarin sûdê ji erd û zeviyên xwe bibînin, û xelkê wan gundan li Duhok û Zaxo û Akrê û Amêdiyê bêkar in.”