Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî kuştina Huşam Haşimî şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kuştina Huşam Haşimî bi tundî şermezar kir û hêvî kir ku di zûtirîn dem de “bikerên vê tawanê bên dîtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê peyamê de serxweşiyên xwe arasteyî binemala Huşam Haşimî û hevkarên wî kir.

Mesrûr Barzanî di wê peyamê de got, terorkirina Huşam Haşimî bi tundî şermezar kir û hêvî kir ku “bikerên vê tawanê di zûtirîn dem de bên dîtin û bigihijin cezayê xwe.”