Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dr. Dîndar Zêbarî: Mixabin Kampa Mexmûrê êdî nema kampeke sivîl e

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Komîteya Bersivdana Raporên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dibêje Kampa Mexmûrê ji bo armancên serbazî û siyasî bikar tê, lewma rêxistinên navdewletî jî nikarin bi başî bi rola xwe rabin.

Dr. Dîndar Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêtirî 11 hezar kes di Kampa Mexmûrê de dijîn. Ji sala 2003 ve çavê welatan li ser vê kampê ne, ji ber ku wek kampeke nîvserbazî ji bo rahênan û perwerdeya serbazî û çûn û hatina endamên partiyekê bikar tê, ku êdî rûyê xwe yê sivîl jidest daye û bûye kampeke serbazî.”

Zêbarî diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê ji sala 2005ê de hewl dide ku ev kamp wek kampeke sivîlî bimîne, “lê mixabin partiyek li nava Kampa Mexmûrê bi karê nîvserbazî û istixbaratî, jiyana xelkê kampê li ser wan tevlihev kiriye û heya niha jî ew kar berdewam e. Em jî gelekî hewl didin ku ew kamp parastî be û herwiha me hewl daye ku rêxistinên navdewetî alîkariyan bighînin vê kampê û nehêlin çek û teqemenî tê de te hebin, ji ber ku metirsiyê li ser jiyana sivîl a kampê çêdikin û nabe çalakiyên serbazî bên nava kampê, ji ber ku ev yek pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re derdixe.”

Dr. Dîndar Zêbarî got ku, piştî şerê DAIŞê rûyê wê kampê bû serbazî, Hikûmeta Kurdistanê jî ne berpirsyar e di ber rêveberiya vê kampê de ji ber ku ne di bin deselata Hikûmeta Kurdistanê de ye û ji 16ê Cotmeha 2017an ve ew kamp di bin deselata serbazî ya Iraqê de ye.”

Zêbarî wiha domand: “Me daxwaz ji rêxistinên Neteweyên Yekgirtî û ji hikûmeta Neynewa kir ku îdareya wê kampê bikin, da ku nebe kampeke serbazî û hicet nekeve destê welatên navçeyê ku êrîş bikin ser vê kampê.”

Dr. Dîndar Zêbarî bi zelalî dibêje, “nêzîkî 41 kampan li Herêma Kurdistanê hene û ti kampek ji wan wek kampa Mexmûrê ji bo armancên siyasî û serbazî nayê bikaranîn, ku zarokan bikar tînin ji bo armancên siyasî û tundrewî. Êdî kêm maye ku ev kamp bibe girûpeke siyasî û êdî rêxistinên navdewletî nikarin tê de kar bikin.”