Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernade

Hewlêr-KDP.info- Şanda Hikûmeta Kurdistanê ya ku danûstandin ligel Hikûmeta Iraqê dike, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pê re civiya û di wê civînê de Mesrûr Barzanî got, Herêma Kurdistanê ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernade.

Îro Sêşema 30.6.2020 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya video konferansê ve li gel şanda danûstankar a li gel hikûmeta Iraqê civiya.

Di vê civînê de Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî, balkêşa ser serdana heftiya borî ya şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê û encamên guftûgoyan li gel hikûmeta federal û pêşneyarên bo çareseriya pirsgirêkên hatine cemidandin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî diyar kir, Herêma Kurdistanê dê guftûgoyên xwe de berdewam be heta digehe rêkeftinekî ku maf û heqên destûrî yên herêma Kurdistanê parastî bin.

Serokwezîrê Kurdistanê ragehand: “Herêma Kurdistanê rijd e li ser mafên xwe yên rewa, ku di çarçoveya destûra Iraqê de hatine diyarkirin û em ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî li Iraqê bernadin.”

Heftiya derbasbûyî şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û zincîreyek civînên giring li gel berpirsên payebilind ên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêkanîn.