Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê nû yê Duhokê sunda yasayî xwar

Hewlêr-KDP.info- Dûşema 29.6.2020 di merasîmekê de li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Parêzgarê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter sunda yasayî xwar.

Di gotinekê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li parêzgarê nû yê Duhokê kir û hêviya serkeftinê di erk û karê wê yê nû de xwest. Herwiha amaje kar û xiznetên wî yên berê kir, ku hêvî kir bikaribe wisa xizmeta parêzgeha Duhokê jî bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya parêzgarê berê Ferhad Etrûşî jî kir ku di demeke hestiyar û pir kirîz de parêzgarê Duhokê bû û tevî wê yekê jî xizmeteke berçav pêşkêşî parêzgeha Duhokê kir û hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve, Dr. Elî Teter tekez kir ku ewê bi hemû hêza xwe xizmeta parêzgeha Duhokê bike û dê hemû hewlên xwe bide ku kar û erkên xwe bi baştirîn şêwe bicîh bîne.