Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û Goran: Aliyên siyasî piştevaniyê li man û bihêztirkirina Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Piştî civîna şanda bilinda Tevgera Gorranê li gel Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) her yek ji Mehmûd Mehemed Berdevkê PDKê û endamê şanda pilebilind a Tevgera Goran Derbas Mehemed naveroka civînê aşkera kirin û tekez kirin ku Goran û PDK piştevaniyê li hikûmeta Kurdistanê û piroseya çaksaziyê dikin. Herwiha gotin jî ku hemû aliyên siyasî piştrvaniyê li man û bihêztirkirina statyoya siyasî Herêma Kurdistanê dikin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji rojnamevanan re ragihand: “Civîna me û Goran erênî bû. Rewşa niha ji me dixwaze ku em di nav xwe de yekrêz bin. Em wek PDKê jî hewleke cidî ji bo wê yekê didin. Divê yasaya çaksaziyê zû were cîbicîkirin. Me û Goran tekez kir ku em piştevaniyê li wê proseyê dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Derbaz Mihemed wiha got: “Divê çaksazî were kirin. Em piştevaniyê li Hikûmeta Kurdistanê dikin, ku çaksaziyê bike. Ji bo ku Herêma Kurdistanê bihêz be, divê helwêstên aliyên siyasî yên Kurdistanê yek be. Divê em piştevaniyê li hikûmeta xwe bikin.”