Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê kir

 

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 25.6.2020 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê ya Iraqê Cuma Inda Sedun kir.

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de û hevhangiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ronî xiste ser zêdebûna gefên terorîstên DAIŞê û amaje bi wê da, ku DAIŞ dijminê me hemûyan e cudahiyê naxe navbera pêkhateyên Iraqê, ji ber wê pêwîst e hevahengiyeke baş di navbera artêşa Iraq û hêza Pêşmerge de hebe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya aktîvkirina mîkanîzma hevahengiya ewlehiyê ya hevbeş a di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê kir, ji bo rûbirûbûna gefên terorê navçeyê. Amadehiya Herêma Kurdistanê jî derbirî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hikûmeta federalî re, bi riya gihîştin bi rêkeftinekê ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.