Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Elî Teter wek parêzgarê nû yê Duhokê hat hilbijartin

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Parêzgeha Duhokê bi piraniya dengan, Elî Teter wek parêzgarê nû yê Duhokê hilbijart.

Encûmena Parêzgeha Duhokê îro Pêncşema 25.6.2020 di civînekê de, Elî Teter wek parêzgerê nû yê Duhokê bi piraniya dengan hibijart.

Hevdem di proseya guhertinên rêveberiyên parêzgeha Duhokê, biryar e hinek rêveberên giştî, qaymeqam û rêveberên qeza û nahiyeyên Duhokê bên guhertin.

Elî Teter ji dayikbûna sala 1968an li devera Amêdiyê ye. Diktora di dîroka nû û hevçerx de wegirtiye.  Ji sala 1979 û ta 2001an di nava rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de kar kiriye. Di sala 2002an de bû Kargêrê Liqê Duhokê yê PDKê.

Elî Teter di Kongreya 13emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di sala 2010an de, bû endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê. Bêrê berpirsê liqên 10 a Soran û 8 a Zaxo bû.

Attachments area