Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Daxuyaniyek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Derbarê êrîşên Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Şehîdbûna çendîn welatiyên parêzgeha Duhokê ji ber êrîşên dawî yên serbazî yên Tirkiyê, em şermezar dikin, ku di çend rojên derbasbûyî de ji ber gef û êrîşên artêşa Tirkiyê li ser hêzên PKKê li navçeyên sînorî ,çendîn welatiyên Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û şehîd bûne.

Tevî şermezarkirina şehîdkirina van welatiyan ji ber êrîşên Tirkiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dişînin û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwazin, bi baweriya me bi ezmûna tevahiya operasyon û şer û êrîşên çekdarî yên berê, ti pirsek bi şer û pevçûnên leşkerî çareser nabe, herwiha berdewamiya rijandina ji her aliyekî be, aştiyê zêdetir dûr dixe û girêkan zêdetir ji demokrasî û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê re derdixe.

Em bi temamî piştevaniyê li xebata medenî û demokrasî û parlamanî ya ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û bidawîhatina şer û kuştin û bikaranîna hêz û artêşan dikin, ji ber ku ew êrîş dibin sedema jidestdana xelkê sivîl û şewitandina rez û baxan û wêranbûna gundên Herêma Kurdistanê. Em daxwaz dikin ku ti welat û hêz û aliyek xaka Herêma Kurdistanê û sînorên wê ji êrîş û topbaran û ketina qurbaniyan ji nava xelkê sivîl ên herêma me bikar neyne.

Em piştevaniya wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê bihêz bin ligel dostên wê Tirkiye û Îran û welatên din ên navçeyê li ser bingeha rêzgirtinê li berjewendiyên hevbeş û pêşxistina pêwendiyên abûrî û bazirganî û kiltûrî.”