Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Amerîka pîrozbahî li Fûad Husên Wezîrê Derve yê Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîka pîrozbahî li Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên kir.

Berdevka wezareta derve ya Amerîka, Morgan Ortagus ragihand, wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo telefona Fuad Husên kir ku bûye wezîrê derve yê Iraqê.

Ortagus her wiha da zanîn, Pompeo hêviya wê jî xwastiye ku di mijarên girîng de hevkarî û kordînasoyin di navbera herdû welatan de baştir û zêdetir bibe.

Bi gotina berdeva wezareta derve ya Amerîka, her du wezîrên derve behsa danûstandinên stratejîk yên navbera Amerîka û Iraqê jî kirin ku şanda Kurdistanê jî tê de beşdar e û têkestî li ser bihêzkirina pêwendiyên herdû welatan kirin.