Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îran sînorê Hacî Omran topbaran dike

Hacî Omran-KDP.info- Îro Çarşema 17.6.2020 careke din topxaneyên Îranê çend cih li nahiyeya Hacî Omran a ser sînorê Îranê, topbaran kirin. Rêveberê wê nahiyeyê jî dibêje, ji ber wan topbaranan koçerên li navçeyê ji navçeyê reviyan.

Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran Ferzeng Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro careke din Komara Îslamî ya Îranê gundên Alane û Kanî Reş û Marên û Bêşê li sînorê Hacî Omran topbaran kirin. Ji duhî ve ev cara duyem e ku Îran vê navçeyê bi dijwarî topbaran dike. Topên dûravêj davêjin ser navçeyê. Heya niha ti ziyanên canî tune ne, lê tirseke mezin li cem welatiyan çêkiriye.”

Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran wiha got: “Beşek ji koçerên navçeyê reviyan û newêrin vegerin cihê xwe.”