Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê hat paşxistin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî Hikûmeta Kurdistanê ragihand, serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê hat paşxistin.

Serokê Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji malpera KDP.info re ragihand, biryar bû îro (17 Hezîranê) şanda Kurdistanê serdana Bexdayê kiriba lê ew serdan hat paşxistin.

Li ser sebeba paşxistina serdanê jî Faris Îsa got, ew serdan li ser daxwaza Bexdayê hat paşxistin ji ber ku wezîrê nefta Iraqê, ku çend roj berê dest bikar bûye, amadekariyên xwe nekiribû da ku bi şanda Kurdistanê re rûnê.

Faris Îda got ku heya niha nayê zanîn şanda Kurdistanê dê kengê serdana Bexdayê bike û lê vê carê hikûmeta Kurdistanê bi niyeta rêkeftinê diçe Bexdayê.

Şanda Kurdistanê dê ji bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser pirsên petrolê û dahat û şandina pereyên Kurdistanê, serdana bexdayê kiriba.