Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 15.06.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Bexdayê kir.

Di civînê de ku James Thornton Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr amade bû, behsa bûyerên dawî yên belavbûn û rûbirûbûna Korona û rewşa siyasî û abûriya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexda kirin.

Her wiha ew kêşe û qeyranên rû li Iraqê bi giştî kiriye û hengavên nû yên Hikûmeta nû ya Iraq û peywendiya Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal û gefên serhildana Da'îş mijareke dinê civînê bûn.

Di vî warî de herdû aliyan gef û metirsiyên DAIŞê bi ciddî wesif kirin bi taybetî ku tevgerên wan yên vê dawiyê li gelek navçeyên Iraqê da zêde bûne.

Di vî derbarî de jî berdewamiya piştgîriya hevpeymanên navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û çespandina asayişa li Iraq û Herêma Kurdistanê de bi girîng zanîn.

Her wiha peywendiya Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.