Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bexda 5 milyar dolar ji derve û 15 tirilyon dînar ji hindur deyin dike

Bexda-KDP.info- Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Ehmed Sefar dibêje, Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina kirîza darayî biryar daye ku 5 milyar dolar ji derve û 15 tirilyon dînar ji bankên navxwe deyin bike, ku para Herêma Kurdistanê jî dê ji wan pereyan hebe.

Dr. Ehmed Sefar ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê biryar daye ku ji bo çareserkirina kirîza darayî ji derve û hindur pereyan deyin bike, ku 5 milyar dolar ji derve û ji bankên Rafîdeyin û Reşîd û bankên din ên navxwe15 tirilyon dînar deyin bike.”

Sefar derbarê para Herêma Kurdistanê ji wan perayan, wiha got: “Herêma Kurdistanê wek Iraqê dê para wê ji wan pereyan hebe, ji ber ku Hewlêr û Bexda li ser vê yekê lihev kirine û dema ku şanda Hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê bike dê van hemû pirsan bi wan re gotûbêj bike.”