Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balafirên Hevpeymanan bi alîkariya Pêşmerge 15 çekdarên DAIŞê kuştin

Mexmûr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li sînorê Mexûrê ragihand, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam in li ser bombebarana DAIŞê û 15 çekdarên DAIŞê kuştin, lê ji bo jinavbirina DAIŞê divê operasyonên ser erdê jî bên kirin.

Fermandar Lîwa Ziryan Şêx Wesanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di berdewamiya bombebarana balafirên Hevpeymanan li sînorê Mexmûr û Çiyayê Qereçûx li ser cih û navendên DAIŞê,15 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin û gelek ziyan gihaye wan.”

Şêx Wesanî wiha got: “Ew bombebaran bi alîkarî û zanyariyên Hêzên Pêşmerge bûye, ku Pêşmerge zanyariyan dide Hevpeymanan û ew jî bombebaranê dikin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Hêza Pêşmerge amade ye ji operasyona ser erdê re, ji ber ku DAIŞ bi bombebaranê bidawî nayê, lewma pêwîst e operasyonek were kirin û ew valahiya ewlehî ya ku heye bi hêzên Pêşmerge were dagirtin, eger ew yek jî neyê kirin dê DAIŞ berdewam be û bidawî nayê.”