Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî: Krîza Koronayê ber bi xirabiyê ve diçe

Ajans-KDP.info- Serokê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî dibêje, rewşa Koronayê li Ewropayê ber bi başiyê ve diçe lê li ser asta cîhanê roj bi roj xiraptir dibe. Tedros Adhanom di civîneke çapemeniyê de got, tenê doh hejmara herî zêde ya bi Koronayê ketine hat tomarkirin ku hejmara wan 136 hezar kes e.

Adhanom amarên metirsîdar ên Koronayê anîn bîra xelkê û got, 7 milyon kes bi Koronayê ketine û 400 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.

Adhanom bal kişand ser girîngiya hevkariya welatan bo hevdu û got, ên pê ketine bibînin, testê bo wan bikin, xelkê bixin kerentîneyê û jêrxana tendirûstî bihêz bikin.

Serokê Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî got: “Nêzîkî 7 milyon kesên bi Covid-19ê ketine ji aliyê Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî ve hatine tomarkirin û nêzîkî 400 hezar kes jî mirine. Li Ewropayê rewş ber bi başiyê ve diçe, lê li ser asta cîhanê ber bi xirabiyê ve diçe. Zêdeyî 100 hezar rewş di 9-10 rojên bihorî de hatine tomarkirin. Doh zêdeyî 136 hezar rewş hatin tomarkirin. Ev jî hejmara herî zêde ye di rojekê de.”

Tedros Adhanom destnîşan kir, ji sedî 75ê rewşên doh ji 10 welatan hatine û piraniya wan ji Amerîka û Başûrê Asyayê ne.