Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ofîsa Fazil Mîranî: Ew nûçeya ajansa PKKê derew e

Hewlêr-KDP.info- Ofîsa rojnamevanî ya Sekreterê Polîburoya PDKê Fazil Mîranî daxuyaniyek belav kir.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Beşê Tikî yê ajansa ANF News ya ser bi PKKê ve nûçeyek belav kiriye û tê de dibêje, (birêz Fazil Mîranî di civîneke Mîta Tirkiyê de li bajarê Duhokê beşdar bûye, ku armanca wê civînê amadekirina hêzeke 200 kesî bû, ku ew hêz cilên gerîlayên PKKê lixwe bikin û li çend cih û dezgehên hestiyar ên Herêma Kurdistanê mîna polîs û asayişê bidin, ew jî wek sînaryo ji bona lêdana xelkê nerazî li devera Badînan û çend navçeyên din ên Kurdistanê, ku piştre jî bi vê hicetê li PKKê were dan û navendên wê yên li Herêma Kurdistanê bibin hedef.)

Jibilî ku em dibêjin ev nûçeye ji serî heya bi binî derew e, pêwîst e em zelal bikin ku birêz Fazil Mîranî di ti civîneke wisa de amade nebûye. Herwiha em daxwaz ji wê ajansê dikin rast be û êdî xelkê bi nûçeyên derew nexapîne.

Ofîsa rojnamevanî ya Sekreterê Polîburoya PDKê Fazil Mîranî”