Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK pîrozbahî li Komela Îslamî ya Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 19yemîn salvegera damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji Komela Îslamî ya Kurdistanê re şand.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Em pîrozbahiyê we dikin û hêviya serkeftinê û berdewamiyê ji we re dixwazin.”

Wiha jî domand: “Salvegera partiya we di demekê de tê pîrozkirin, ku Kurdistan û cîhan rastî êşeke metirsîdar bûne ku şewba Koronayê ye û kirîzên aborî û tendirûstî hene, ku bandora wan a xerab heye, lewma erkê ser milê me hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê ku em di asta dijwarî û zehetiya vê qonaxê de bin. Herwiha em yekrêziya xwe bihêz bikin û hevdû qebûl bikin û aştî û tebayî û aştiya civaka xwe biparêzin, ew jî ji bo parastina destkeftên xwe û pêşxistina ezmûna Herêma Kurdistanê û peydakirina jiyaneke hêjatir û xweştir ji bo xelkê Kurdistanê.”